Coşa jinan a 8'ê Adarê: Em ê ji 8'ê Adarê biherikin Newrozê

  • 17:10 6 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 8'ê Adarê de jinan li gelek bajaran çalakî li dar xistin û gotin ku ew ê bi coşa 8'ê Adarê biherikin Newrozê.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê di çaroveya çalakiyên 8'ê Adarê de piştî starta ku li Kerborana Mêrdînê dan li gelek bajaran çalakiyan li dar dixin û jin daxwazên xwe tînin ziman. 
 
Riha
 
Platforma Jinan a Bajarê Rihayê jî bi wesîleya 8’ê Adarê li Qda Topçu daxuyanî da çapemeniyê. Jin li Parka Alî Şellî li hev kom bûn tevî astengiya polîsan jî heta qadê meşiyan. Jinan dirûşm berz kirin û piştî gihîştin qadê daxuyanî dan. Hevseroka Egîtîm Sena Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul daxuyanî xwend û bal kişand ser girîngiya têkoşîn û azadiya jinan û got ew ê wek platformê li cem Emîne Şenyaşar in. 
 
Piştî daxuyaniyê govend hat gerandin û çalakî bi dawî bû. 
 
Semsur
 
Platforma Jinan a Bajarê Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê daxuyanî da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê Suphan Denîz daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew xwedî li xwe û mafên xwe derdikevin, dê rê nedin polîtîkayên şer û dagirkeriyê û dê xwedî li hemû rengên xwe derkevin. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan li erbaneyan dan û govend gerandin. 
 
Meletî 
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Meletiyê jî li navçeya Yazihanê şahiya jinan li dar xist û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Pankart di şahiyê de hatin vekirin  û ji bo qûrbaniyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin. Endama Meclîsa HDP’ê Bedriye Yorgun axivî û destnîşan kir ku ew ê wek jinan her rojê bikin 8’ê Adarê û wê berxwedana jinan bi ser bikeve û heta azadiyê dê têbikoşin. 
 
Piştî axaftinan jinan li ber stranên Grûba Muzîkê ya Kolektîfa Batan govend gerandin.