Jinan li Amedê belavokên 8’ê Adarê belav kirin

  • 16:36 6 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Jinên HDP’yî TJA’yî ji bo jinan daxwazê mîtînga k udi 8’ê Adarê de li qada îstasyonê were kirin belavok belavkirin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) belavokên mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li taxa Seyrantepe ya Amedê belav kirin. Jinên li nav kolan û bazarê geriyan bi tilîlîyên xwe jin vexwendin mîtîngê.
 
Jinên ku demek dirêj e xebatên 8’ê Adarê li taxan didin meşandin rastî eleqeyek mezin tên. Her wiha derî bi derî jî bi jinan re tên ba hev û li wan guhdarî dikin.