Nobeda Edaletê li Wanê di roja 84'an de didome
- 16:06 6 Adar 2022
- Rojane
VAN - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê di roja 84’emîn de berdewam kir.
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin ên li Wanê di roja 84’yemîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê berdewam kirin.
Dilşah Alkan a hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye, Kazim Tîmûr ê bavê Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye û Zubeyde Abî ya hevjîna Ebedîn Abî yê 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin nobeda îro berdewam kirin. Dayikên taxa Xaçortê serdana nobedê kirin û piştevanî dan malbatên girtiyan.
Di serdanê de Hanîfe Kaçar a ji taxa Xaçortê axivî û got ew jî daxwaz dikin ku girtiyên nexweş werin berdan.