Jinan ji Wan û Bedlîsê bang kirin: Dema azadiya Ocalan e

  • 16:00 6 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN/ BEDLÎS - Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê li Wanê jinan hevdîtin pêk anîn û li Tewanê jî bi sedan jin beşdarî hevdîtinê bûn û gotin:"Dem dema azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Wan û Bedlîsê çalakî li dar xistin. 
 
Wan
 
Li Kuçeya Hacibekir a girêdayî Rêya Armûşê ya Wanê hevdîtina jinan pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gulderen Varli û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn. Jinan lolîpopên bi nivîsên "Ji bo jiyaneke hevpar em ê li dijî nîjadperestiyê bisekinin","Zimanê me hebûna me ye" danîn ser daran. Her wiha jinan dowîzên bi nivîsên "Bijî berxwedana zindanan","Ew ê jin van rojên tarî ronî bikin","Zimanê min nasnameya min e nasnameya min rûmeta min e" li baxçe danîn. 
 
Di çalakiyê de Muazzez Orhan bal kişand ser tundiya li ser jinê û got ev ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê ye. 
 
Jinan li lîstika Şanoya Mencel temaşe kirin û çalakî bi dawî bû. 
 
Tetwan
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Tetwana Bedlîsê çalakî li dar xistin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Hevşaredara Erdişê ya berê Dîba Keskin, aktivistên TJA'yê, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Pankartên "Li hember şer tundî û xizaniyê dem dema azadiya jinê ye" li eywana çalakiyê hatin daliqandin. Her wiha jinan dirûşmên "Biji Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Çalakiyê bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Diba Keskin di destpêkê de axivî û got li her derê dinyayê jin li ber xwe didin. 
 
Feleknas Uca jî bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got dem dema azadiy Birêz Ocalan e.