Dê mîtinga 8'ê Adarê ya li Amedê bê lidarxistin

  • 15:43 6 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Komîteya Amedekariyê ya mîtînga 8’ê Adarê bi daxuyaniya dan re ragihand ku ji bo mîtînga wê li Amedê bê lidarxistin destûr hat dayin. Komîteyê diyar kir ku amadekariyên wan jî temam in û ew bang li jinan dikin ku ji bo mîtînga 8'ê Adarê tevlîbûnek girseyî pêk bînin.
 
Komîteya Amedekar a mîtînga 8’ê Adarê ku ji Platforma Dîjle Amedê ya Jinan  pêk tê têkildarê amedekariyên mîtîngê li avahiya SES’ê daxuyanî dan. Parêzer û endama komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat li ser navê komîteyê axivî û ragihand ku ji bo mîtîng bê lidarxistin destûr hatiye dayin. Komîteya ku diyar kir amadekariyên wan temam in bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de li qada Îstasyonê beşdarî mîtîngê bibin.
 
‘Amedekarî temam in’
 
Berfîn têkildarê mîtînga wê were lidarxistin ev agahî parve kir: “Me beriya niha bernameya xwe bi raya giştî re parve kiribû. Bi dirûşma ‘Dem Dema Azadiya Jinê ye’ me xebatên xwe jî dan meşandin. Her wiha ji bo mîtînga ku herî dawî wê were lidarxistin jî me agahî ji walî û cihên pêwîst re ragihandibû. Ew cih jî bi awayekî erênî li me vegeriyan. Ango ji bo mîtîngê tu astengî derneketine. Me jî xebatên xwe temam kirine. Li dijî qirkirina jinê û hemû şeran em jin li qada Îstasyonê kom bibin. Em hemû jinan vedixwînin mîtîngê.”
 
Mîtînga bi pêşengiya DAKAP’ê tê lidarxistin wê di 8’ê Adarê, de saet di 12.00’an de li qada Îstasyonê pêk were. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Sekretera Jinê ya KEKS’ê Done Gevher, her wiha hunermend Îlkay Akkaya, Ayfer Duztaş û Koma Sorjiyan wê beşdarî mîtîngê bibin.