Li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin a Jinan' dest pê kir

  • 14:53 6 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - "Hevdîtina Mezin" a Jinan' bi tevlibûna bi hezaran jinên ku bi dawaz û rengên hatin gel hev li Kadikoyê di bin pankarta "Em li dijî xizanî, tundî û çewisandinê têkoşînê mezin dikin" dest pê kir. 
 
Di pêeşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê de, bi dirûşma "Em li dijî xizanî, tundî û çewisandinê têkoşînê mezin dikin û Hêza me ya guhertinê heye"" Hevdîtina Mezin a Jinan" li Qada Îskelê ya Beşîktaşê ku li Kadikoyê ye dest pê kir. Jin heta qadê li gel dorpêça polîsan û hewaya sar meşiyan. 
 
Jinan astengî nas nekirin
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisên Jinan ên HDK, HDP'ê û endamên Meclisa Jinên Ciwan ku li ber HDP'a Kadikoyê kom bûn bi pankarta "Dem dema azadiya jinê ye" di rêza pêş de bi dirûşman ketin qadê.  Jinên ku polîsan xwestin wan asteng bikin astengiyên li pêşiya xwe nas nekirin û meşa xwe berdewam kirin.
 
Jinên Feminist bi bi kortejan ketin qadê
 
Jinên feminîst jî di bin pankarta bi dirûşma "Jinên feminîst aştiyê dixwazin", "Bijî 8'ê Adarê Bijî piştevaniya jinan" û " Jin jiyan azadî" bi kortejan ketin qadê."
 
Herwiha gelek jinên partiyên siyasî û rêxistinên jinan jî bi meşa ku pêkanîn di bin parkartên xwe de û bidrûşman hatin qadê. 
 
Bi hezran jin hatin qadê
 
Jin piştî li ser wan lêgerîn hat kirin ketin qadê, li ketina qadê xwestin ku pankartên jinan bigirin û dirûşmên wan asteng bikin lê jinan astengî nas nekirin û ligel pankartên xwe bi dirûşman li qadê cihê xwe girtin. 
 
Hevdîtinê li qadê bi govend û dirûşmên "Jin jiyan azadî" dest pê kir.