Li Cizîrê bi tevlîbûna sedan jinan şahî hat lidarxistin

  • 12:59 6 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi minasebeta 8’ê Adarê li Cizîrê bi coş û kelecanek mezin bi tevlîbûna sedan jinan şahî li dar xistin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” şahî li dar xistin û ji bo zimanê zikmakî piştî şahiyê dê bimeşi. Beriya meşê di şahiya ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê hat lidarxistin de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û bi sedan jin bi kincên xwe yên kurdî tevli bûn.
 
Jinan bi coş û kelecanek mezin û bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” ku  berz kirin govenda xwe gerandin. Jinan di dema gerandina govendê de alên TJA’yê bilind kirin û bi tilîliyan govenda xw geş kirin.
 
Piştî şahiyê dê li dijî asîmîlasyona li ser zimanê zikmakî meş bê lidarxistin.