Li Mexmûrê xebatên jinan ji bo 8'ê Adarê berdewam dikin

  • 11:23 6 Adar 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê xebatên jinan ên ji bo 8'ê Adarê di pêşengiya Melicsa Jinan a Îştarê de  bênavber berdewam dikin.  Jinan di çarçoveya xebatên xwe de bi belavokên ku belav kirin jin vexwendin şahiya ku wê di 8'ê Adarê de li Mexmûrê bê lidarxistin.  
 
Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Wargaheha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî jin xebatên xwe bê navber didomînin. Bi vê minasebetê îro saet di 9’an de endamên Meclisa Jinan a Iştarê bi cil û bergên kurdî li ber deriyê  Saziya Malbatên Şehidan Kom bun û ji bo ku jinên wargehê vexwînin pîrozbahiya 8'ê Adarê  belavok li jinan belav kirin.  Herwiha di çarçaveya van çalakiyan de sibe jî  wê saet di 2'yan de li wargehê meşeke girseyî jî bê lidarxistin.