Ji bo 'Nobeda Edaletê' bang hat kirin

  • 11:15 6 Adar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar derbarê salvegera Nobeda Edaletê de video weşandin. Di videoyê de ev peyam dan:"Nobeda me di dîrokê de cihê xwe digire, her kesên ku dixwazin bibin şahidê dîrokê em vedixwînin ber deriyê edliyeyê."
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsa Rihayê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin. Du kur û hevjînê Emine Şenyaşar kuştin. Her wiha kurê Emineyê Ferit jî bi birîndarî filitî. Nobeda Edaletê ya Emine û Ferit ji 9'ê Adarê ve ye li ber deriyê edliyeya Rihayê dest pê kirine di roja 363'yan de didome. Ji ber rojên yekşemê edliye girtiye malbatê nobeda xwe li mala xwe ya Pirsûsê dewam kirin. 
 
Banga beşdariya ji bo nobedê
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal derbarê salvegera nobeda xwe ya di 9'ê adarê de video parve kir. Di videoyê de cih dan hinek dîmenên dema komkujiyê û bang li parêzvanên mafê mirovan kirin. Di peyama videoyê de wiha hat gotin:"Dema me li vir dest bi nobedê kir em du kes bûn lê belê niha doza me veguheriya dozeke raya giştî. Di 9'ê Adarê de werin bi me re rojekê nobeda edaletê bigirin. Nobeda me di dîrokê de cihê xwe digire, her kesên ku dixwazin bibin şahidê dîrokê em vedixwînin ber deriyê edliyeyê."
 
Malbatê her wiha got:"Qêrîna dayika li ber deriyê edliyeya Rihayê hemû kesî bihîst. Heta edalet neyê û girîngî ji bo mafê mirovan neyê dayin dê aborî serast nebe û rojên xweş nayê. Gunehên bi hezaran kesî di stûyên wan de mane."