Dayika rojnameger Semiha Alankuş jiyana xwe ji dest da

  • 11:03 6 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika rojnameger Semiha Alankuş, Kudret Alankuş li nexweşxaneya lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. 
 
Dayika rojnameger Semiha Alankuş a bi salan e di nava çapemeniya kurd de cihê xwe digire û parlamentera Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ya berê Mulkiye Birtane, Kudret Alankuş li nexweşxaneya li Enqereyê ya tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da. Dê şîn li mala Kudretê ya li Enqereyê bê danîn.