Hulya Halaçkay nivîsî: Pergal tenê ji bo mêran hatiye avakirin

  • 09:06 6 Adar 2022
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Hulya Halaçkaya ku bi parastina cewherî mêrê bi navê Kadîr Oren yê pê re zewicandî kuşt, ji ajansa me re nameyek şand û da zanîn ku ji piştevaniya jinê hêz girtiye û wiha got: “Ne edeleta rast ya mêr heye. Ev pergal ji bo mêr bijîn hatiye avakirin.
 
Jinên ku ji aliyê desthilatdariyê ve nayên parastin, parastina cewherî pêk tînin û jiyana xwe diparêzin. Lê di encama vê de jin tên cezakirin. Mînaka dawî jî Hulya Halaçkay e. Li Gungoren a Stenbolê di 25’ê tebaxa 2019’an de mêrê bi navê Kadîr Oren yê îşkenca sîstematîk lê dikir bi parastina cewherî kuşt. Dadgehê 15 sal ceza da Hulyayê û dadgeriyê jî erê kir. Hulyayê ji ajansa me re nameyek şand.
 
‘Em ditirsin ku me bavêjin hucreyan’
 
Hulyayê daxuyakirin ku li girtîgehan zor û zehmetiyan dijîn û her tim zext li wan tên kirin û wiha dirêjî dayê: “Di rojên borî de ez ne bi şev bi roj radizêm. Ez nikarim jiyana xwe bi rêk û pêk bikim. Ez zehmetiyan dikşînim. Roj bi roj hîn bêtir zehmet dibe. Bûyer û pirsgirêk bidawî nabin. Di bûyerek herî biçûk de an koxuş tên guhertin yan jî davêjin hucreyê.”
 
‘Ez ê bihatama kuştin' 
 
Hulyayê da zanîn ku ji bo ji mirinê rizgar bibe xwe parastiye û wiha bi lêv kir: "Min di encama şîdeta fîzîkî, zayendî û psîkolojîk de parastina cewherî pêk anî. Min ew nekuştiba, ez ê bihatama kuştin.  Wekê din tiştekî bêjim tune. Min xwe parast.
 
Piştevaniya jinan ez kêfxweş kirim
 
Hulya, destnîşan kir ku ji her derê piştgirî hat û got: "Jinan piştgiriyek mezin dan min û vê piştgiriyê hêz da min. Min hîs kir ku ez ne tenê me. Ez şikur dikim. Kesên ku qet min nas nedikirin li pişt min bûn. Min cara yekem hêsa jinê li pişt xwe hîs kir. Di sersalê de min gelek kart girtin. Ez kêfxweş bûm. Ez silav û rêzên xwe ji hemû jinan re dişînim.”
 
‘Şîdeta li min hat kirin nedîtin’
 
Hulyayê bi lêv kir ku desthilatdariya ku mêrên gumanbar diparêzin, li her qadê jinan ceza dikin û şîdeta li min hat kirin nehat dîtin û wiha vegot: “Min parastina cewherî kir û jiyana xwe parast. Lê 15 sal ceza dan min. Ev encama daraza mêr e. Ne edeleta rast, edeleta mêr heye. Pergaleke ji bo mêran hatiye avakirin heye. Nirxê nadin jinan. Pêwistî nedîtin ku min derman jî bikin. Ez birim nexweşxanê û tenê wisa li min mêze kirin. lê min şîdet dît. Min lêdan xwar." 
 
‘Ez bi Nevînê re di piştevaniyê de me’
 
Hulyayê her wiha daxuyand ku gelek bêriya zarokên xwe û dayika xwe kiriye û ev tişt bi lêv kir: “Bendewariya min ya herî mezin edelete, malbata min e û azadiye. Dema min biryara Nevînê bihist ez pir xemgîn bûm. Min qet nas nedikir. Ez jî bi wê re di piştevaniyê de bûm. Lê şîdeta mêr tişta herî giran bi me herduyan da jiyîn. Wek hezaran jinî. Ez bêçaretiya wê, rewşa wê baş fêm dikim. Me tiştê ku tu kesî nikaribû ji bo me bike, kir. Em rastî şîdetê hatin. Xwezî me şîdet nedîtiba û me jiyana xwe neparasta.”