'Jinên Rihayê wê bi coş û rengên xwe li qadan bin'

  • 09:01 6 Adar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
RIHA - Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî destnîşan kir ku ew xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê bênavber berdewam dikin û got: “ Jin di 8’ê Adarê de wê li dijî tundî û qetîlkirina jinan, ji bo lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar li qadan bin. Di şexsê Aysel Tûglûk de, em ê bibin dengê girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî.”
 
Li herêmê amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bênavber berdewam dikin. Piştî dayîna starta 8'ê Adarê ya li Kerboranê  jinan, li bajarên herêmê û Tirkiyê jî starta xebatên xwe dan. Li Rihayê jî wê jin di 8'ê Adarê de li qadan bin û bi cûr bi cûr bernameyên rengîn 8'ê Adarê pêşwazi bikin. Têkîldarî mijarê Hevseroka  Partiya Dmokratîk a Gelan(HDP) ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî axivî.
 
‘Em ê deskeftiyên xwe biparêzin’ 
 
Çîgdemê, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan deskeftiyek mezin e û destnîşan kir ku li dijî cûreyên tundî, destdirêjî û qetîlkirinê ew roj bi têkoşîna tê dayîn bersîvek e. Çîgdem, wiha axivî: “Em jî wek jinan ji bo deskeftiyên xwe biparêzin û li dijî polîtîkayên dijminane ku li ser jinan tên meşandin li qadan bibin.  Em ê bi reng û xemla xwe 8’ê Adarê bi çoşekê mezin pêşwazî bikin. Îsal me li herêmê bi dirûşma  “Dem dema Azadiya jinê ye” li Kerborana Mêrdînê starta xebatên xwe da. Piştî Mêrdîn û Amedê me li Rihayê jî starta xebatên xwe da.”
 
‘Xebatên me yên 8’ê Adarê wê bênavber bidomin’
 
Çîgdemê, bal kişand ser plansaziya xebatên xwe yên 8’ê Adarê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em ê di çarçoveya xebatên xwe de li navçeyên Rihayê şahiya jinan li dar bixin. Ji jinên girtî re kartan bişînin. Her wiha em ê li navçeya Xelfetiyê jî li gel erbaneyê meşê li dar bixin û di dawiya bernameyên xwe de em ê bi şahîyek girseyî 8’ê Adarê pîroz bikin. Ango xebatên me di wê çarçoveyê de wê hata 8'ê Adarê bênavber bidomin. Di 8’ê Adarê de ji bo ku em destkeftiyên xwe biparêzin em ê bi reng û çoşa xwe qadên 8'ê Adarê bixemilînin.”
 
‘Em ê bibin dengê lêgerîna edaletê ya Emîneyê’
 
Çîgdemê, anî ziman ku ew ê bibin dengê lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar, wê bibin dengê girtiyên nexweş û wê ji  qetîlkirina jinan re bibêjin êdî bes e. Çîgdemê, wiha berdewam kir: “Jin dê di 8’ê Adarê de li dijî tundî û qetîlkirina jinê û ji bo bibin dengê lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar li qadan bin. Di şexsê Aysel Tûglûk de, wê bibin dengê girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî. Heroj bi kêmanî jinek tê qetilkirin û tundî li jinan tê kirin. Heke ku em danekevin qadan wê qirkirina jinan berdewam bike.”
 
‘Dê ev desthîlatdarî bi têkoşîna jinê têk biçe’
 
Çîgdemê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Bi minasebeta 8'ê Adarê ez bang li jinan dikim û dibêjim ku heke em di 8'ê Adarê de li qadan bin  em ê bibin tirsa desthîlatdariyê. Dê ev desthîlatdarî bi têkoşîna me têk biçe. Divê em xwe ji hundirê malê rizgar bikin û li dijî binpêkirina mafên xwe têkoşînê bidin. Bi têkoşîn û berxwedaniyê em dikarin dawî li vê zilma ku tê kiirn bînin.  Ji ber vê yekê em di 8'ê Adarê de hemû jinan vedxwînin şahiya ku em ê li dar bixin.”