ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 6 Adar 2022
  • Rojev
 
*"Jinên kurd ku bi têkoşîn û berxwedana xwe hêz û cesarete didin hemû jinan û bi taybetî didin jinên li Rojhilata Navîn, bi bedelên giran ku dane îro nimûneya berxwedan û serhildanê ya tevahiya jinên li cîhanê ne û tirsa dile neyarên xwe ne." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî destnîşan kir ku ew xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê bênavber berdewam dikin û got: “ Jin di 8’ê Adarê de wê li dijî tundî û qetîlkirina jinan, ji bo lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar li qadan bin. Di şexsê Aysel Tûglûk de, em ê bibin dengê girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî.” BI DÎMEN 
 
*Vuriye Tekîn, ji bo debara xwe bike li Pîrana Amedê nanê sêlê dipêje û difroşe. Vuriyeyê ku 4 sal in vî karî dike wiha bang li jinan dike: "Zîhniyeta mêr li holê ye lê divê jin jî xwe bizane û qimetê bide xwe û bi her awayî têbikoşe." BI DÎMEN 
 
*Jinên Amedê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wiha gotin: "Em bi wesîleya vê rojê aştî, wekhevî û aramiyê dixwazin. Em jiyanek bê tundî û bê tecawiz dixwazin."  BI DÎMEN 
 
*Hulya Halaçkaya ku bi parastina cewherî mêrê bi navê Kadîr Oren yê pê re zewicandî kuşt, ji ajansa me re nameyek şand û da zanîn ku ji piştevaniya jinê hêz girtiye û wiha got: “Ne edeleta rast ya mêr heye. Ev pergal ji bo mêr bijîn hatiye avakirin. 
 
*Dayika Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê winda bû, Bedriye Doku diyar kir du sal in bi rondikan xwarinê dixwe û got: “Di 8’ê Adarê de bibin dengê Gulîstanê. Bila Gulîstanên din winda nebin. Çi hatibe serê Gulîstanê em bi hev re hîn bibin.” BI DÎMEN 
 
*Kooperatîfa Jinên  Dêrsîmê keda bi dehan jinî dihewîne. Karmenda Koperatîfê Pinar Baş, da zanîn ku pirgirêka herî mezin a jinan xizanî ye û divê ji bo hilberînê de piştgiriyê bidin jinan. DÎMEN HEYE
 
*TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinan e" li Cizîrê ji bo zimanê zikmakî dê meşê li dar bixin. (11.00)