Li Sinuna Şengalê belavokên 8'ê Adarê hatin belavkirin

  • 17:11 5 Adar 2022
  • Rojane
ŞENGAL - Li navçeya Sinunê ya Şengalê ji hêla TAJÊ ve belavokên 8'ê Adarê hatin belavkirin. 
 
Bi boneya 8’ê Adarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), li suka navçeya Sinunê ya girêdayî Şengalê belavok û gul belav kirin. Her wiha di nav xebatan de bangewaziya tevlîbûna şahiya 8'ê Adarê ya li Geliyê Kersê pêk bê hat kirin.
 
TAJÊ, xebatên xwe yên 8'ê Adarê bê navber didomîne. Di çarçoveya xebatan de îro li navçeya Sinunê belavok hatin belavkirin. Jinan bi cil û bergên gelerî li xwe kirin û bi erbane û dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Jin jiyane jiyanê nekuje" çalakiya xwe pêk anîn. Her wiha çalakiya jinan ji hêla jinên derdorê ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin. 
 
Di belavkirina belavokan de li ser navê TAJÊ Rihan Xidir axivî jinan vexwend şahiya 8'ê Adarê. Rihan, diyar kir ku jin dê yekitiya xwe li qadan di 8'ê Adarê de nîşanî serdestiya mêr û dewletan bide.