Li Mêrdînê jinan ji bo 8'ê Adarê çalakiya lêxistina erbaneyê li dar xistin
- 16:30 5 Adar 2022
- Rojane
MÊRDÎN - TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Mêrdîna kevin bernameya lêxistina erbaneyê li dar xistin.
Tevgera Jinên Azad(TJA) û Platforma Jinan a Şahmaranê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Mêrdîna kevin bernameya lêxistina erbaneyê li dar xistin. Jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî bernameyê bûn. Jinan bi stran û awazên kurdî li erbaneyê xistin û gelek caran dirûşmên “ Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana jinan”, “ Bijî 8’ê Adarê” berz kirin.
Çalakîya jinan rastî bal û eleqeyek mezin hat û bername bi lîrandin û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.