Li Reqayê jinên kurd û ereb starta 8'ê Adarê dan
- 16:05 5 Adar 2022
- Rojane
REQA - Bi munasebata 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê jinan li Reqayê start dan.
Bi sedan jinên Reqayî, Civata Jinê ya Zenûbiyayê ji bo beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê bibin li Stada El-Eswed hatin gel hevdu. Star bi sembolên jinên kurd û ereb hat xemilandin.
Bernameya çalakiyê ji aliyê Berdevka Civata Jinê ya Zenûbiyayê Îtîmad El-Ehmed hat xwendin.