Li Cîhanbeyliyê çalakiya 8'ê Adarê hat lidarxistin

  • 15:59 5 Adar 2022
  • Rojane
KONYA - Li Navçeya Cîhanbeyliyê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de jin hatin gel hevdu û ji jinên girtî re qert hatin şandin.  
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Cîhanbeyliya Konyayê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de li ber avahiya xwe hatin gel hevdu. Di çalakiyê de pankartên "Em ê bi hev re biguherin jin jiyan azadî","Ji bo jinên girtî azadî","Bijî 8'ê Adarê" hatin hilgirtin. Her wiha zarok li dîwanê hatin rûniştandin. Jinên li Cîhanbeyliya Konyayê hatin gel hevdu ji bo jinên girtî banga azadiyê kirin. 
 
Çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Kulu, Cihanbeyli, Karatay û Konyayê hat lidarxistin bi axaftin û gerandina govendê bi dawî bû.