Li Geverê şahiya 8'ê Adarê hat lidarxistin

  • 15:40 5 Adar 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Ji hêla TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê ve li Geverê şahiyek hat lidarxistin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê, bi minasebeta 8'ê Adarê li Geverê şahiya 8'ê Adarê li dar xist. Hevserokên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî şahiyê bûn.
 
Jinan bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî şahiyê bûn û dirûşmên "Jin jiyan azadî" û " Em xwe diparezin" berz kirin. Her wiha li salonê pankarta “Dem dema azadiya jinê ye", “Semra Guzel vîna gel e", “Tecrîdê bi dawî bike û rê bide aştiyê" û “Ji bo girtiyên jin edalet” pankart hatin daliqandin. 
 
Piştî rêzgirtinê bername hat destpêkirin û li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Gulçîn Karabuk axivî. 
 
Di şahiyê de hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Humeyra Armut, axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet a ku li hemberî jinan tê meşandin. Humeyra, destnîşan kir ku jin divê li dijî polîtîkayên şer têbikoşin û got: "Em di vê baweriyê de ne ku dê sedsala 21'an dê bibe sedsala azadiya jinê." 
 
Şahiya jinan bi gerandina govendê bi dawî bû.