ÎHD ji girtiyên jin re kart şand

  • 14:58 5 Adar 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Komîsyana Mafên Jinan a ÎHD'ê ya Îzmîrê ji girtiyên jin re kartên piştevaniyê şandin. 
 
Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (HDP) a Îzmîrê bi minasebeta 8'ê Adarê ji girtiyên jin re kart şand. Kartên ku li avahiya komeleyê hat amadekirin bi rêya Postexaneya Konakê hat şandin. 
 
Ji komîsyonê Cemîle Karakaya axivî û got: "Dê çalakiyên me hefteyeke bidome. Em ê di 8'ê Adarê de rapora xwe ya binpêkirina mafan aşkera bikin."