ÎHD ji girtiyên jin re kart şand 2022-03-05 14:58:59   ÎZMÎR - Komîsyana Mafên Jinan a ÎHD'ê ya Îzmîrê ji girtiyên jin re kartên piştevaniyê şandin.    Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (HDP) a Îzmîrê bi minasebeta 8'ê Adarê ji girtiyên jin re kart şand. Kartên ku li avahiya komeleyê hat amadekirin bi rêya Postexaneya Konakê hat şandin.    Ji komîsyonê Cemîle Karakaya axivî û got: "Dê çalakiyên me hefteyeke bidome. Em ê di 8'ê Adarê de rapora xwe ya binpêkirina mafan aşkera bikin."