Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
- 19:47 4 Adar 2022
- Rojane
DÎLOK / MÊRDÎN – Meclîsa Jinan a Dîlokê û Plaforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê ji girtiyên jin re kart şandin.
Li Mêrdîn û Dîlokê bi minasebeta 8'ê Adarê ji girtiyên jin re kart hatin şandin.
Dîlok
Meclîsa Jinan a Dîlokê di çarçoveya xebatên xwe yên 8’ê Adarê de ji girtiyên jin re kart şandin.
Endamên Meclîsa Jinan li ber postexanêya Dîlokê kom bûn û kartên ku amade kirin şandin. Jinan çalakiya xwe bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û “ Bijî 8’ê Adarê” bi dawî kirin.
Mêrdîn
Platforma Jinan a Şahmaranê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de ji girtiyên jin re kart şandin.