Ji girtiyên jin re kart hatin şandin 2022-03-04 19:47:22   DÎLOK / MÊRDÎN – Meclîsa Jinan a Dîlokê û Plaforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê ji girtiyên jin re kart şandin.   Li Mêrdîn û Dîlokê bi minasebeta 8'ê Adarê  ji girtiyên jin re kart hatin şandin.   Dîlok   Meclîsa Jinan a Dîlokê di çarçoveya xebatên xwe yên 8’ê Adarê de ji girtiyên jin re kart şandin.   Endamên Meclîsa Jinan li ber postexanêya Dîlokê kom bûn û kartên ku amade kirin şandin. Jinan çalakiya  xwe bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û “ Bijî 8’ê Adarê” bi dawî kirin.   Mêrdîn   Platforma Jinan a Şahmaranê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de ji girtiyên jin re kart şandin.