Li Botanê ji girtiyên jin re kart hatin şandin

  • 14:05 4 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de, li Şirnex, Hezex, Cizîr, Qilaban û Elkê jinan girtiyên jin re kart şandin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, bi minasebeta 8’ê Adarê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” li Botanê xebatên xwe bi coşeke mezin didomîne. Di çarçoveya çalakiyan de jinên girtî jî nehatin jibîrkirin. 
 
Li Şirnex û Cizîr, Hezex, Qileban û Elkê çalakiya kartşandinê ya ji bo girtiyên jin pêk hat. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, aktîvîstên TJA’ê yê û gelek jin tevlî çalakiya kart şandinê bûn. 
 
Çalakiya jinan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.