Li Cizîrê 5 kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 13:06 4 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê duh di serdegirtina malan de 5 kesên ku hatin binçavkirin, bi şertê “kontrola edlî” serbest hatin berdan.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh di serdegirtina malan de rêvebirên HDP’ê yên Cizîrê Songul Kuçuk û Naîm Înedî, Asya Arslan, Hasan Malgaz û welatiyê ku navê wî nehat zanîn hatibûn binçavkirin.
 
Hatibû diyarkirin ku ev 5 kes ji ber lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê tê meşandin ve hatine binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin û îfadeyên wan li emniyetê hat girtin, piştre sewkî dozgeriyê hatibûn kirin. Piştî ku îfadeya her 5 kesan li dozgeriyê hat  girtin bi şertê “kontrola edlî” sewkî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî bi heman biryarê her 5 kes jî serbest berdan.