'Wênexêzî zimanê dîrokê ye'

  • 14:52 3 Adar 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Bi boneya 8'ê Adarê û di rêzeçalakiyên Kongereya Star de, bi dirûşma  “Bi reng û vîna jina azad em ê deskeftiyên şoreşê biparêzin” Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido sêyemîn pêşengeha wênekêşiyê hat lidarxistin.
 
Desteya Çandê ya Herêma Firatê û Tevger Çand û Hunera Baqî Xido sêyemîn pêşengeha wênekêşiyê vekir. Di pêşengehê de 15 wênexêz hebû, hejmara tabloyan 54 in û bi dehan jinên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, bi cil û bergên kurdî  beşdarî pêşengehê bûn. Pêşangeh bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û paşê Koma Gîvara stran got. Her wiha axaftin ji aliyê rêvebera Deteya Çand û Hunera Baqî Xidoyê Rodîn Yosif ve hat kirin.
 
‘Wênexêzî zimanê dîrokê ye’
 
Rodînê di axaftina xwe de bi lêv kir ku ew 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û jinên pêşeng û berxwedêr pîroz dikin û wiha dawî lê anî: “Wênekêşî an jî wênexêzî, zimanê dîrokê ye. Bi armanc û hêviya pêşxistina wênexêziyê, bi xweşikirina bajarê xwe ya li kêleka şer û kiryarên heyî. Bi ked û hêviyek mezin ev pêşngeh hatiye lidarxistin. Li ser navê Desteya Çandê em 8’ê Adarê li tevahî jinên tekoşer û cangoriyên azadiyê pîroz dikin.”