Li Cizîrê serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
- 09:19 3 Adar 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê Songul Kuçuk û Naîm Înedî hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên girtin.
Hat diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.