Çalakvanên 'Nobeta Edaletê' li ber ATK'ê kom bûn

  • 15:10 2 Adar 2022
  • Rojane
AMED - "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyê siyasî di roja 107’emîn de li ber deriyê ATK’ê pêk hat. Xizmên girtiyan daxwazên xwe dubare anîn ziman û gotin: "Em ê ji bo lêgerîna xwe ya edaletê li hemû sazî û dezgehan bigerin."
 
"Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên siyasî ên nexweş û girtiyên siyasî yên infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan di roja xwe ya 107’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan ên ku heftê 3 rojan nobeta xwe li deverên cuda didin berdewam kirin îro li ber avahiya Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê hatin gelhev. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û hinek parêzer ji bo piştigiriyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Weke her carî polîs bûn asteng û destûr nedan ku ji derveyî malbatan kes beşdarî daxuyaniyê bibin.
 
‘Em edaletê û wekheviyê dixwazin’
 
Dayika girtî Cîvan Boltan Nazîme Bolan di serî de axivî û got: “Ev 4 sal in min kurê xwe nedîtiye. Pêwîste êdî li gorî heq û hiqûqan tevbigerin. Em dixwazin zarokên xwe bibînin. Em dixwazin ew werin berdan.”  
 
Xizma girtî Reşahat Ada jî di çalakiyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "“Em naxwazin cenazeyê xizmên xwe bigirin. Bila infaza wan neyên şewitandin. Serokkomar û Wezareta Edaletê gelê dengê me nabihîzin? Em daxwaza aştî û dadê dikin. Em ê ji niha û pêde li hemû saziyan bigerin.” 
 
Încî Guler a ku tevlî çalakiyê dibe dawî axivî û wiha bi lêv kir: "Li hemberî daxwazan rayedarên dewletê xwe kor, ker û lal kirine. 30 sal in li hundir in û wan bernadin. Li gorî qanûnan diviya ku wan berdin. Girtiyên me yên nexweş ên di nav nivînan de ne nayên bernadin. Li kîjan dewletê zilmeke wiha heye? 30 sal in em li benda kek, bav, zarokên xwe ne. Heta ku edalet bê em ê li her derê bin.”