'Bi coşa 8'ê Adarê em ê agirê 21'ê Adarê gûr bikin'

  • 13:22 2 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Di hevdîtina jinan a di pêşengiya TJA'yê de ku li Payîzavayê hat kirin  Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Handan Karakoyun, got, "Em ê bi coşa 8'ê Adarê agirê 21'ê Adarê gûr bikin."
 
Li naveçeya Payizava ya Wanê di pêşengiya Tevgera Jinên Azd (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hevdîtina jinan hat kirin. Hevdîtina ku li ber avahiya partiyê hat kirin, Hevseroka Navçeya Erdîşê ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Yildiz Çetîn, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Handan Karakoyun, ji navenda navçeyê û ji gundên derdorê gelek jin tevli bûn.
 
'Tirsa wan a herî mezin têkoşîna jinê ye'
 
Beriya hevdîtinê jinên ku li ber deriyê avahiya partiyê kom bûn li ber muzîkê govend girtin. Di dema ku govend hat girtin de dirûşmên, "Jin jiyan Azadî", "Em xwe diparêzin" hatin berzkirin. Endama Meclisa HDP'ê ya Payizavayê Canan Gundogdu axaftineke kurt kir û di serî de kesên ku tevli çalakiyê bûn silav kir. Canan dîroka 8'ê Adarê bi bîr xist û got, "Li cîhanê û li Tirkiyeyê jin li dijî zîhniyeta mêr têkoşînê didin. Li herêmê destkeftiyên jinan ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Lê tirsa qeyûman a herî mezin jî têkoşîna jinê ye." Canan di berdewamiyê de diyar kir ku zîhniyeta mêr tenê ne li hemberî şaredariyêan li qada siyasetê jî jin hedef girtine û mînaka vê ya herî dawî jî bidawîkirina parlmenteriya Semra Guzel ku parlamentera Amdedê bû. Em ê li dijî van têkoşîna  xwe mezintir bikin û vê jî bi tevlibûna zêde a çalakiyên 8'ê Adarê nîşan bidin."
 
'Bi coşa 8'ê Adarê em ê agirê 21'ê Adarê  gûr bikin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Handan Karakoyûn jî got ku bidawîkirina parlamenteriya Semra Guzel komployek li dijî têkoşîna Gelê Kurd e û wiha got, "Çi dikin bila bikin Semra Guzel parlamentera me û îradeya me ye. Em ê bi coşa 8'ê Adarê agirê 21'ê Adaerê gûr bikin."
 
'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
 
Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî got ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan, em tecrîdê qebûl nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî,"Em ê bi têkoşîna jinan dest bidin hev û deriyên girtîgehan bişkînin."