Parlamenteriya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin

  • 08:47 2 Adar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamenteriya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin. 
 
Li Desteya Giştî ya Meclîsê hevdîtina ji bo betalkirina parlementeriya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel hat nîqaşkirin. 
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî tevlî Desteya Giştî bûn. Parastina Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bi qasî 3 saetan dewam kir. 
 
Piştî parastinê dengdayîn hat kirin. Ji bo fezlekeya ewil a derbarê Semra de 313 kesan gotin erê û 52 kesan jî gotin na. 
  
Di dengdayîna ji bo fezlekeya dudoyan a derbarê Semra Guzelê de, 327 kesan got erê û 52 kesan jî got na. Piştî vê parlementerên HDP'î Desteya Giştî protesto kirin û derketin. 
 
Piştî betalkirina parlamenteriyê dê dosye ji Wezareta Dadê re bê şandin. PIştî wezaret dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne, dê pêvajoya darazê dest pê bike.