Parlamenteriya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin 2022-03-02 08:47:40     ENQERE - Parlamenteriya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin.    Li Desteya Giştî ya Meclîsê hevdîtina ji bo betalkirina parlementeriya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel hat nîqaşkirin.    Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî tevlî Desteya Giştî bûn. Parastina Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bi qasî 3 saetan dewam kir.    Piştî parastinê dengdayîn hat kirin. Ji bo fezlekeya ewil a derbarê Semra de 313 kesan gotin erê û 52 kesan jî gotin na.     Di dengdayîna ji bo fezlekeya dudoyan a derbarê Semra Guzelê de, 327 kesan got erê û 52 kesan jî got na. Piştî vê parlementerên HDP'î Desteya Giştî protesto kirin û derketin.    Piştî betalkirina parlamenteriyê dê dosye ji Wezareta Dadê re bê şandin. PIştî wezaret dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne, dê pêvajoya darazê dest pê bike.