'Nobeta Edaletê' ya li Wanê 74 roj in didome: Em ê teqes bi ser kevin

  • 16:34 24 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê 74 roj in didome. Aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana nobetê kirin û banga hestiyariyê kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Wanê 74 roj in didome. Malbatên girtiyan li Baroya Wanê çalakiya xwe didomînin. Malbat daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin û bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan.
 
Nobet îro ji hêla dayika Malîk Demîragaç ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê girtiye Emîne Demîragaç, bavê Botan Tîmûr ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiye Kazim Tîmur û dayika Sînan Karael ê girtî Zeynep Dayan ve hat berdewamkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê serdana nobetê kirin. 
 
Di serdanê de aktîvîsta TJA'yê Aynur Sarica, axivî û bal kişand ser girîngiya çalakiyê û got: "Em ê li qadan daxwazên malbatan bînin ziman. Her wiha divê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê kirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em ê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin." 
 
Endama Meclîsa Şaredariyê ya Rêya Armûşê ya HDP'ê Asya Ertaş jî di serdanê de behsa çalakiyên 8'ê Adarê kir û wiha axivî: "Em ê di çalakiyên xwe de mijara sereke bikin rewşa girtiyan. Em ê derî bi derî bigerin û behsa rewşa girtiyan bikin. Em ê daxwazên malbatên girtiyan ji civakê re ragihînin. Têkoşîna me dê teqes bi ser keve."