'Nobeta Edaletê' ya li Wanê 74 roj in didome: Em ê teqes bi ser kevin 2022-02-24 16:34:07     WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê 74 roj in didome. Aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana nobetê kirin û banga hestiyariyê kirin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Wanê 74 roj in didome. Malbatên girtiyan li Baroya Wanê çalakiya xwe didomînin. Malbat daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin û bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan.   Nobet îro ji hêla dayika Malîk Demîragaç ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê girtiye Emîne Demîragaç, bavê Botan Tîmûr ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiye Kazim Tîmur û dayika Sînan Karael ê girtî Zeynep Dayan ve hat berdewamkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê serdana nobetê kirin.    Di serdanê de aktîvîsta TJA'yê Aynur Sarica, axivî û bal kişand ser girîngiya çalakiyê û got: "Em ê li qadan daxwazên malbatan bînin ziman. Her wiha divê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê kirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em ê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin."    Endama Meclîsa Şaredariyê ya Rêya Armûşê ya HDP'ê Asya Ertaş jî di serdanê de behsa çalakiyên 8'ê Adarê kir û wiha axivî: "Em ê di çalakiyên xwe de mijara sereke bikin rewşa girtiyan. Em ê derî bi derî bigerin û behsa rewşa girtiyan bikin. Em ê daxwazên malbatên girtiyan ji civakê re ragihînin. Têkoşîna me dê teqes bi ser keve."