Ji bo jinên girtî qert û name hatin şandin
- 13:37 24 Sibat 2022
- Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinê ya Bakirkoyê ya HDP'ê bi munasebeta 8'ê Adarê ji jinên girtî re qert û name şand.
Meclîsa Jinê ya Bakirkoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de ji jinên girtî re qert û name şand. Jinan 8'ê Adarê ya jinên girtî pîroz kirin û hevdîtina di rojên azad de daxwaz kirin.
Jinan piştre qertên ku amade kirin ji PTT a Bakirkoyê şandin girtîgehan.