Ji bo jinên girtî qert û name hatin şandin 2022-02-24 13:37:18     STENBOL - Meclîsa Jinê ya Bakirkoyê ya HDP'ê bi munasebeta 8'ê Adarê ji jinên girtî re qert û name şand.   Meclîsa Jinê ya Bakirkoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de ji jinên girtî re qert û name şand. Jinan 8'ê Adarê ya jinên girtî pîroz kirin û hevdîtina di rojên azad de daxwaz kirin.    Jinan piştre qertên ku amade kirin ji PTT a Bakirkoyê şandin girtîgehan.