Êrişa nîjadperest a li dijî xwendekarên kurd hat şermezarkirin

  • 16:43 23 Sibat 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Xwendekarên zanîngehê yên HDP'yî yên êrişên li dijî xwendekarê kurd şermezar kirin diyar kirin ku ew ê serî netewenînin. 
 
Xwendekarên zanîngehê yên HDP'yî yên êrişên li dijî xwendekarê kurd li Meydana Beyazitê bi daxuyaniyê şermezar kirin diyar kirin ku ew ê serî netewenînin. Xwendakaran bi kurdî û tirkî dirûşm berz kirin û pankartên "Li dijî faşîzmê mil bidin hev","Wê êrişên faşîst serî bi xwendekarên welatparêz nede tewandin" hilgirtin. 
 
Mazlum Buyukkaya yê li ser navê xwendekaran daxuyanî da êrişên nîjadperest ên li Stenbol û Enqereyê bi bîr xist û diyar kir ku sîstema heyî ji van êrişan re bingehê ava dike. Mazlum da zanîn ku wan li dijî qirkina li ser gelê kurd her tim li ber xwe dane û serî hildane.