Êrişa nîjadperest a li dijî xwendekarên kurd hat şermezarkirin 2022-02-23 16:43:24     STENBOL - Xwendekarên zanîngehê yên HDP'yî yên êrişên li dijî xwendekarê kurd şermezar kirin diyar kirin ku ew ê serî netewenînin.    Xwendekarên zanîngehê yên HDP'yî yên êrişên li dijî xwendekarê kurd li Meydana Beyazitê bi daxuyaniyê şermezar kirin diyar kirin ku ew ê serî netewenînin. Xwendakaran bi kurdî û tirkî dirûşm berz kirin û pankartên "Li dijî faşîzmê mil bidin hev","Wê êrişên faşîst serî bi xwendekarên welatparêz nede tewandin" hilgirtin.    Mazlum Buyukkaya yê li ser navê xwendekaran daxuyanî da êrişên nîjadperest ên li Stenbol û Enqereyê bi bîr xist û diyar kir ku sîstema heyî ji van êrişan re bingehê ava dike. Mazlum da zanîn ku wan li dijî qirkina li ser gelê kurd her tim li ber xwe dane û serî hildane.