95 roj in bangewaziya pêkanîna edaletê dikin

  • 15:02 18 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Li Amedê çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 95 roj in didome. Malbatan îro di çalakiyê de wiha bang li rayedaran kir: "Heke hûn nikarin binêrin, serbest berdin ku em wan binêrin û tedawî bikin." 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji hêla malbatên girtiyan ve li Baroya Amedê hatî destpêkirin 95 roj in didome. Malbat daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş dikin û bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û betalkirin înfazên girtiyan. Îro Reşahat Ada, Hazal Yildirim, Încî Guler, Nuray Aba û Nazîme Boltan tevlî çalakiyê bûn. 
 
Nazîmeya ku 95 roj in di nav çalakiyê de ye got: "Em 95 roj in daxwaza pêkanîna edaletê dikin. Lê heta niha tiştek nehat kirin. Îro ez bi kurê xwe re axivîm. Kurê min bi mehan di hicreyê de bi tenê hat hiştin. Bi salane em û zarokên me vê zilmê dijîn. Dixwazin kurd qet ji zilmê rizgar nebin û bê wijdan in." 
 
Nuray Aba jî  diyar kir ku bi mehane ji bo pêkanîna edaletê li vir in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em daxwaza serbestberdana girtiyên xwe dikin. Dewlet girtiyan xwedî nake û tedawî nake. Em bang li rayedaran dikin bila wan girtiyên nexweş berdin ku em wan xwedî bikin û tedawî bikin. Her roj bi ser koguşan de digirin û zilmê li girtiyan dikin. Ji ber ku sirgunê cihên dûr dikin em nikarin biçin hevdîtinê."