Girtiyan tacîz dikin: Rêveberiya girtîgehê bêdeng e

  • 14:09 18 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Fatma Yildirim a li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê tê girtin, di axaftina xwe ya bi telefonê ku bi malbata xwe re kir diyar kir ku girtiyên edlî bi peyamên dinivîsin êrîşa zayendî li wan dikin û rêveberiya girtîgehê jî li hemberî van pêkanînan  bêdeng dimîne. 
 
Binpêkirina mafan a li girtîgehên Tirkiye û herêmê her ku diçe zêde dibe. Fatma Yildirim a ku li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê girtî ye, di axaftina bi telefonê bi malbata xwe re kir diyar kir ku gitiyên edlî bi peyamên dinivîsin û ji wan re diavêjin êrîşa zayendî li wan dikin. Fatma diyar kir ku wan mijar ji rêveberiya girtîgehê re ragihandiye lê rêveberî bêdeng maye.
 
Fatma ji malbata xwe re ragihandiye ku berî bi çend rojan Lijneya Çavdêriya Girtîgehan hatiye û di berdewamiyê de wiha gotiye, "Dema ku me mijara êrîşa zayendî ji heyetê re got diyar kirin ku ew ê ji bo lêkolînê heyetekê bişînin. Gardiyan me dikin yek rêzê û derbarê kincên em li xwe jî dikin gotinan dibêjin. Me bertek nîşan da. Em dizanin ku li derve jî heman tiştî li jinan dikin û em vê tu carî qebûl nakin."
 
Malbata Fatmayê diyar kir ku ew ji rewşê bi fikar in.