Li Şirnexê êrîşa li hemberî Yuregîrê hat şermezarkirin

  • 13:39 18 Sibat 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, têkildarî êrîşa çekdarî ya li hemberî avahiya HDP'ê ya Yuregîrê ya Edeneyê de daxuyaniyê da û got: "Partiya me heta niha li hemberî gelek planên provokasyonê dev ji meşa demokrasî û azadiyê bernedaye û ji vê rojê şûnde jî dev jê bernade."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, derbarê di 16’ê sibatê de li dijî avahiya HDP'ê ya navçeya Yuregîr a Edeneyê êrîşa ku pêk hat de li ber avahiya xwe daxuyaniyê da. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuniyaniyê bû. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin.  
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Partiya me heta niha li hemberî gelek planên provokasyonê dev ji meşa demokrasî û azadiyê bernedaye û ji vê rojê şûnde jî dev jê bernade. Weke HDP em ê têkoşîna demokrasiyê bi biryar û plansaziya xwe bidomînin. Zimanê nefretê yê Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan li hemberî partiyên xwe rê li ber êrîşan vekiriye. Ev êrîş nîşaneya îmha û têkçûna îqtîdarê ye. Hêzên demokrasiyê wê tu carî teslîmê van êrîşan nebin. Çi bikin bila bikin, wê tu carî nikaribin pêşiya hevdîtina HDP’ê û gelên Tirkiyeyê bigirin. Çi bombeya biavêjin ku derê jî, dê aştî wê bi ser bikeve."
 
Êrîşên li ser partiyê
 
Hasan Ozguneş jî êrîşa pêk hatî şermezarkir û êrîşên ku heta niha hatine kirin bibîr xist û got: "Bi lêv kir ku êrîş ne êrîşên ferdî ne, pirsgirêkeke hişmendî ye."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “HDP hêvî ye, hêvî li ser nigan e”, “HDP gel e, gel li vir e” û “Bijî berxwedana HDP’ê” hat berzkirin ve bi dawî bû.