Rojnameger Zeynep Durgut: Ez dev ji nivîsandina rastiyê bernadim

  • 09:06 18 Sibat 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut a ku 4 rojan binçavan de ma û serbest hat berdan, anî ziman ku ji ber kar û xebatên rojnamegeriyê hatiye binçavkirin û got: “Em diziyê nakin, kesekî nakujin û tundiyê nakin. Armanca me ew e ku em bibin dengê gelê herêmê. Lê belê nivîsandina rastiyê hin kesan nerehet dike.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve hat destpêkirin de, di 14'ê sibatê de di serdegirtina malê de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut bi ters kelepçeyê hat binçavkirin û 4 rojan di binçavan de hat girtin. Piştî binçavkirina 4 rojan Zeynep duh derket dozgeriyê û bi şertê kontrola edlî ji dozgeriyê hat berdan. Zeynep, di nav salekî de sê caran hat binçavkirin û ji ber nûçeyekê jî carekê ji bo îfadeyê bang lê hat kirin.  
 
Zeynep, anî ziman ku tişta ku ew jiyaye ji ber nûçeyên her roj çê dike ji hev ne dûre û wiha got: “Em her roj şahidê van bûyeran dibin. Ji ber vê yekê tiştê ku em jiyan ji me re biyanî nehat. Li Şirnexê hemû kes jî baş dizane ku ez li vir rojnamegerim û rojnamegeriyê dikim.”
 
‘Xebatên ajansê îlegalîze kirin’
 
Zeynep, bi bîr xist ku di 14’ê Sibatê roja duşemê polîsan bi awayek hişk bi ser malê de girtiye û lêgerîn pêk aniye û wiha domand: “Dema tîmên taybet ketin malê me dirêjî erdê kirin û çek danîn serê me. Lêgerînekî li dijî hiqûqî li malê hat kirin û piştre ez hatim binçvakirin û birin. Di binçavan de wek ez ne rojnamegerim, wekî ku ez endamekî rêxistinê me nêzîkatiyek hebû. Ji nasnameya min a rojnamegeriyê wêdetir bi vê rengî nêzî min bûn. 4 rojan ez di binçavan de mam û di vê pêvajoyê de ne bi tenê ez ajansa Mezopotamyayê ku niha tê de dixebitim, hedef hat nîşandan û îlegalîze kirin. Nêzîkatiyek wekî ajansek rêxistinê ye û wekî ku li dijî hiqûqê nûçeyan çêdike hebû. Li ser ajansê gelek hat sekinandin. Her wiha ji min re digotin çima tu van nûçeyan çênakî, ev nûçeyan çêdikî hat pirsîn. Ji bo ku mirov nûçe çê bike ew biryar nûçegihan dide. Kes nikare ji nûçegihanek re bêje vê nûçeyê çêbikî. Min vê tiştê li wir jî anî ziman. Ajansê terorîze û îlegalîze kirin.”
 
‘Armanca me ew e ku bibin dengê gelê herêmê’
 
Zeynep, destnîşan kir ku ew nêzî saleke li Şirnexê dixebite, kar û xebatên xwe yên rojnamegeriyê li vir dimeşîne û wiha bi lêv kir: “Beriya ku binçav bikin  dikaribûn bi rêya telefonê bang li min bikin. Ez wek nûçegihanek her roj li derve nûçeyan dişopînim û min dibînin. Karê ku ez dikim jî ber bi çav e. Tiştekî ku ez veşartî dikim tuneye. Ji ber vê yekê bi vê binçavkirinê ve astengiyek xwestin pêşiya min li dar bixin. Li Şirnexê binpêkirina mafan gelek zêde tê jiyîn. Wekî rojnamegerekî mirov nikare li vir bi awayek azad kar û xebatên xwe bike. Li pêşiya me gelek astengî çêdibin. Li tevî hemû astengiyan jî em xebatên xwe dimeşînin. Em diziyê nakin, kesekî nakujin û tundiyê nakin. Armanca me ew e ku bibin dengê gelê herêmê. Daxwaz û xebatên me jî ev e. Di vê serdegirtina dawiyê de min dît ku rastî nivîsandin hin kesan nerehet dike.”
 
‘Ez tiştên ku dibînim dinivsînim' 
 
Zeynep, desnîşan kir ku ew nûçeyên li ser jin, zarok û civakî piranî çê dike û got: “Dema mirov lê dinêre li Tirkiyê herî zêde jin bi tundiyê re rûbirû dibînin. Ez jî li vê herêmê dixwazim bibim dengê jinan û zarokên ku bi êrîşên zayendî re rûbirû dibînin. Ajansa Mezopotamyayê jî dibe dengê wan. Ji vê rojê şûnde jî çi ji destê min bê ez ê bikim. Tişta ku ez dibînim û şahidiyê dikim ez ê binivîsim.”
 
‘Xwedî li derketin girîng e' 
 
Zeynep, ji bo piştgirî û piştevaniya rojnameger û gel spasiyên xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema rojnamegerek hat binçavkirin divê mirov xwedî lê derbikevin. Lê derveyî hesabên civakî divê mirov raste rast xwedî lê derbikeve. Bi dehan rojnameger di girtîgehan de tên girtin. Lê em çawa xwedî wan derdikevin. Divê mirov di aliyê fîzîkî vre xwedî rojnamegeran ve derbikeve. Lê belê ez tu carî dev ji nivîsandina rastiyê bernadim.”