Adalet Kaya: Li dijî şîdetê divê hişmendî hebe

  • 09:05 18 Sibat 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya der barê şîdeta li ser jinan ya demên dawî de zêde bûye axivî û got di bin cureyên şîdeta tê jiyîn de şîdeta dewletê heye û koletî li jinan tê empozekirin. Adaletê got li dijî şîdetê divê jin bibin xwedî hişmend û parastina cewherî pêş bixînin.
 
Piştî feshkirina Peymana Stenbolê şîdeta li ser jinan gihişt astek dijwar. Her wiha gotinên rayedaran yên jinan hedef digirin û biryarên darazê kuştinên jinan zêde dikin. Li gorî bîlançoya meha çile ya ajasa me di meha çîle de 31 jin hatine qetilkirin, 30 heb bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di meha sibatê de jî kuştinên jinan berdewam kirin. Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Rastiya şerekî ku her tim berdewam kiriye heye’
 
Adaletê da zanîn ku jin pir di bin êrîşan de ne û di bin êrîşan de zîhniyeta serdest ya mêr heye û got: “Beriya qeyûman jinan di rêveberiyên herêmî de cih digirtin. Jinan rolek girîng di rêveberiyên harêmî de dilîst. Vê bandor li ser civakê jî kir. Li aliyê din jî şîdeta li ser jinê polîtikayek dewletê ye. Bi hezar salane ev wek polîtîka tê meşandin. Her wiha rastiya şerekî ku her tim berdewam dike heye. Divê em Tirkiye û Kurdistanê ji hev veqetînin. Ji ber li herêmê polîtîka şerê taybet tê meşandin.”
 
‘Di bin hemû cûreyên şîdetê de şîdeta dewletê heye’
 
Adaletê, destnîşan kir ku di demên dawî de ji aliyê xebatkarên cemawerî ve li hember jinan şîdet pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gumanbar peywirdarên cemawerî ne. Hêza xwe ji dewletê digirin û di salonên dadgehê parastina wan hebûna şîdetê nîşan didin. Li dijî vê hinek plansaziyên me hene. Em di plansaziyê de li ser parastina cewherî disekin. Ji ber jin her tim di bin êrîşê de ne. Rastî şîdeta gumanbaran tên.”
 
‘Hewl didin koletiyê empoze bikin’
 
Adaletê destnîşan kir ku jin û ciwan her roj bi şîdetê re tên rû hev û got ya girîng ev e ku her kes li dijî şîdetê bibin xwedî hişmend û parastina cewherî pêş bixînin û wiha domand: “Ji ber vê em xebatên xwe zêdetir li ser vê pêş dixînin. Em şîdeta nayê dîtin hewl didin bê dîtin. Berê jin û ciwanan didin fuhuş û hişbirê. Di rewşên wisa de jin cînayet û întîxarê re tên rû hev. Yaneke rêya ku ji vê bê derketin perwerdeye. Ji ber ku dixwazin koletiyê empoze bikin.”
 
‘Parastina cewherî girîng e’
 
Adaletê balkişand ser girîngiya parastina cewherî û got divê ji jinan re ev baş bê vegotin û wiha rave kir: “Parastina cewherî ne tenê li dijî şîdeta fîzîkî tê kirinê ye. Divê mirov bixwînin, xwe peş bixînin û wisa parastina xwe ya cewherî pêş bixînin. Ji bo jinan parastina cewherî gelek girîng e. Ev parastin ne tenê fîzkîye. Divê mirov di her alî de xwe pêş bixînin.”
 
‘Refleksên ji nişkave de hene’ 
 
Adaletê dawiya axaftina xwe de balkişand ser kuştinên jinan yên zêde bûne û wiha dawî lê anî: “Dixwazin pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Civak li dijî kuştinan ji nişkave refleksan nîşan dide. Ev jî ji nişkave û kurt in. Li dijî kuştinek li Amedê û li ya Stenbolê heman bertek nayê nîşandan. Heman bandor tune. Armanca ev e ku em şîdetê bidin xuyakirin. Her wiha peywira dewletê jî heye ku polîtîkayek bi bandor pêk bînin. Ligel vê zimanê çapemeniyê pir girîng e.”