Hevalên Ayselê: Aysel ne tenê ye

  • 09:04 18 Sibat 2022
  • Rojane
 
Marta Somek- Nişmiye Guler
 
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan, parêzvanên mafê mirovan, rojnameger û hunermendan der barê rewşa Aysel Tugluk de diyar kirin ku Aysel ne tenê ye û divê demildest bê berdan.
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ya li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Jinan ya Kandira a Kocaeliyê dimîne, teşîsa demansê lê hatibû kirin û Saziya Tipa Edlî (ATK) di 1’ê sibata 2022’an de carek din rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Li dijî biryarê hunermend, rêxistinên jinan, rojnameger, akademîsyenan bertek nîşan da.
 
‘Divê demildest bê berdan’
 
Lîstikvan Nur Surer got biryara ATK’ê ne raste û wiha vegot: “Biryara hatiye dayîn biryarek siyasiye. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Kesên 87 salî digirin û li bendê mirina wan e. Di hefteya daweî de bû çend heb. Girtiyên bi salane girtîne hene. Divê bên tahliyekirin. Aysel jî beyî sedem tê girtin. Aysel ji ber HDP’iye tê girtin. Divê demildest Aysel bê berdan.”
 
‘Dijminahiya HDP û kurdan dikin’
 
Koordînatora Weşana Arti Gerçek Alîn Ozînîan jî wiha daxuyand: “Biryara ATK’ê carek din nîşan daye ku mekanîzmayên Tirkiyeyê ji edeletê dûrin û bi zextek siyasî faliyetan dimeşînin. ATK hewl dide rastiya bi siyasetê veşêre. Dijminahiya kurdan û HDP’ê dikin. Dixwazin em vê jî qebûl bikin. Tu tişt nikare rewşa Ayselê veşêre. Divê demildest bê berdan.”
 
‘Hiqûqa dijminahiyê pêk hat’
 
Femînîst aktîvîst Selîn Top jî bertek nîşanê biryara ATK’ê da û wiha bi lêv kir: “Ev ne biryarek zanistiye. Ev biryarek siyasiye. Bi rastî hiqûqa dijminahiyê pêk hatiye. Aysel nikare di şertên girtîgehê de bimîne. Teşhîsa demans lê hatiye kirin. Ji ber vê divê demildest bê berdan. Ji ber şertên girtîgehê bandorek giran lê dike. Li girtîgehan şîdeta zayendî û întîxar tên jiyîn. Ev hemû polîtîk in. Divê em li dijî vê pêvajoya hiqûqa dijminahî bêdeng nemînin. Aysel ne tenê ye. Em hevaltiya xwe ya bi Ayselê re tu car nîvco nahêlin. Di şexsê Ayselê de em hemû binpêkirinên mafan yên li girtîgehan dibînin. Divê hemû çi ji destê me tê em bikin. Ez banga mezinkirina piştevaniyê li her kesî dikim.”
 
‘Biryarek siyasiye’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Dema Jinê Zerya Sabahat Erdogan jî destnîşan kir ku rapora hatiye dayîn biryarek siyasî ya li hember têkoşîna jinê ye û got rapora ku Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê daye nehatiye qebûlkirin û biryarek siyasî hatiye redkirin. Zeryayê daxuyand ku ATK’ê tenê du roja Aysel di bin kontrolê de girtiye û biryar bi lez û bez hatiye dayîn. Aysel di heman demê de hişê têkoşîna jinên kurde. Bi encama derketiye holê hewl didin jinên têdikoşin bitirsînin. Aysel her tim li alÎ aştyê bû. Ji ber nasnameya wê ya muxalîf hebû her tim bû hedefa êrîşan. Jin xwedî li têkoşîna Ayselê derdikevin. Bi rapora dane jî dixwazin pêşî li têkoşîna jinan bigirin.”
 
‘Bila demildest Aysela me berdin’
 
Seroka Şaxa Karkerên Avahiyê ya Stenbol ya Genel Îş a Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Nebîle Irmak Çetîn jî bi lêv kir ku jinên siyasetmedar ji ber azadî, aştî û demokrasiyê diparêzên tên girtin û ev tişt anî ziman: “Divê bêdadiya li ser hevalên me demildest bê rakirin û hevalên me azad bên berdan. Bila Aysel û hemû Ayselên me, Leyla û Gultan bên berdin. Em jin em xurtin.”
 
Civaknas Nazli Buket Yacizi ya endama HDK’ê ye jî bertek nîşanê biryara ATK’ê da û got girtîgeh veguhertine qadên mirinê û divê Aysel demildest bê berdan.
 
‘Nexweşiya wê peş dikeve’
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî got girtîgeh dibe sedema mirov bi nexweşiyan bikevin û di heman demê de mafê xwegîhandin xizmeta dermankirinê zehmet dike. Gulserenê wiha balkişand ser girtiyan: “Ji Meha kanûna 2021’ê heta niha gele nexweşan jiyana xwe ji dest dan. Aysel Tugluk piştî dayika wê jiyana xwe ji dest da travma jiya û nexweşiya wê dest pê kir. Ji wê rojê şûnde nexweşiya wê pêş ket. ATK ne serbixwe ye. Bi salane hiqûqek dijminwarî li hember girtiyan heye. Mixabin di şexsê Ayselê de nirxandinên hatine kirin ji zanistê durin.  Raporên ATK’ê ji zanistê pir durin. Divê muxalefeta civakî ya li dijî van pêkanînan xurt bin.”