Netîce Altun: Divê Zimanê Kurdî li kuçe û kolanan bê bikaranîn

  • 09:03 18 Sibat 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Lêkolîner Netîce Altûn, bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê û diyar kir ku di wê rojê de pêwîste ku zêdetir çalakiyên rengîn bên lidarxistin. Ango Zimanê Kurdî li kuçe û kolanan bê bikaranîn
 
Di 21’ê Sibatê sala 1952’an de ji ber ku Pakistanê Zimanê Urdu li Bangladeşiyan ferz kir xwendekarên Bangladaşê ji bo fermîkirina zimanê dayikê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de li gorî hejmarên fermî di navbera 11 û 12'an de kes hatin kuştin. Piştî vê bûyerê bi salan di 1999’an de Rêxistina Perwerdeya, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyê ji bo pêşî li ber windabûna zimanan bigire, 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ragihand. Ji wê dîrokê û şûnde ev roj bi bernameyên cuda hat pêşwazîkirin. Li Tirkiyeyê di serî de Zimanê Kurdî herî kêm18 ziman tên axaftin. Lê belê tenê tirkî tê esas girtin. Ji ber vê zimanên din jî bi êrîş û polîtîkayên bişaftinê re rûbirû dimînin. Têkîlarî mijarê lêkolîner Netîce Altûn axivî.
 
‘Ligel qedexeyê ji bo ziman têkoşînek jî heye’
 
Netîce di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê û diyar kir ku ji bo haydariya girîngiya ziman rojek tenê têrî nake û divê hişmendiya di warê ziman de her tim zindî be. Netîce, wiha axivî: “Armanca UNESCO'yê ji wê rojê ew e ku bibêje dewlemendiya çandê bi rêya parastina zimanan pêkan e. Bi wê rojê hatiye xwestin ku bala netewên din bikişînin ser rewşa zimanên kêmaran. Ji ber wê ye ku ev roj li seranserê cîhanê bi çalakî û bernameyên cûrbecûr tê pêşwazîkirin. Lê ji bo zimanê kurdî rewş cuda ye. Zimanê kurdî ji aliyê bi milyonan kesan ve tê axaftin. Gelê Kurd bi taybet wê rojê ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê xwe digire dest. Bi salan e zext, tundî û êrîş li ser zimanê kurdî heye. Berê ji bo axaftina kurdî cezayê pereye distandin. Li tu aliyê cîhanê ji bo ziman êrîşek bi vî şiklî tune ye. Lê belê ligel vê jî bi salan e ji bo parastina Zimanê Kurdî têkoşînek bêhempa tê dayîn.”
 
‘Divê em ji bo zimanê zikmakî bi israr bin’
 
Netîce, anî ziman ji bo ku zimanê kurdî neyê axaftin û neyê fêrkirin cûrbecûr polîtîka tên meşandin û destnîşan kir ku her kes xwe bi zimanê xwe dikare îfade bike. Netîce wiha berdewam kir: “Ez çiqas zimanek biyanî biaxivim û her çiqas baş bizanibim jî hesta zimanê zikmakî cuda ye. Zimanê kurdî zimanek gelek qedîm û kevnar e. Lê mixabin di warê zimanê kurdî de mirov çavtirsandî hatin kirin, asta ku ew kes ji zimanê xwe fedî bikin. Lê Zimanê Kurdî bi dewlemendiya xwe û kevnariya xwe tê nasîn. Zimanê kurdî xwedî prestîjek e. Ger ku gel bikeve ferqa girîngiya zimanê xwe wê demê wê polîikayên bişaftinê jî têk biçin. Li gorî UNESCO'yê ji sedî 40 ê ziman di bin xetereyê de ne. Sala borî Platforma Zimanê Kurdî seri li UNESCO'yê da ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ew gavek baş bû. Rewşa kurdan tê zanîn. Lewra divê em derfetên ji bo ziman tên dayîn bi qasî ku ji dest hat bi kar bînin û ji bo zimanê xwe bi israr bin.”
 
‘Divê zimanê kurdî li kuçe û kolanan bê bikaranîn’
 
Netîce daxuyand ku êdî girîngiya ziman ji aliyê gel ve tê zanîn û destnîşan kir ku divê zimanê kurdî li kuçe û kolanan jî bê bikaranîn. Netîce, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo roja 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li gorî min ji xeynî panel û bernameyên ku girîngiya ziman nîşan didin divê zêdetir çalakiyên rengîn werin kirin. Ji ber ku bi saya tevger û saziyên li ser ziman xebatê dikin û têkoşîn dane êdî girîngiya ziman tê zanîn. Bi vî şikli xwestina mafê perwerdehiyê girîng e.”
 
‘Parastina hemû zaravayên kurdî xala sereke ye’
 
Netîce, bilêv kir ku yên ziman ji bin xetereya tunekirinê rizgar bikin zarok in û got: "Parastina hemû zaravayên kurdî xalekê sereke ye. Divê her kesê ku bi zarvayekî diaxive kesên bi zaravayên din diaxin fam bike. Ango divê kesên bi zazakî diaxivin ji yên bi kurmancî diaxivin fam bikin û yên bi kurmancî jî diaxivin ji yên zazakî diaxivin fam bikin. Ev rêbaz wê ziman pêşve bibe. Jixwe civata kurd a hatiye koçberkirin di nav bajaran de bi serdestiya zimanê tirkî re rû bi rû maye. Loma di wî warê de otoasîmîlasyonek jî pêş dikeve. Heger pişti du nifşan em bi zimanê xwe neaxivin wê hin zaravayên zimanê me werin tunekirin. Lê bêguman kesên ku hay ji vê rewşa xeternak hene û dixwazin vê rewşê biguherînin. Ango hewil tê dayîn ku parastina ziman bi her awayî pêk were. Yê ku rê li ber tunekirina zimanê me bigirin zarokên me û nifşê nû ye.”
 
‘Divê malbat berpirsyariya xwe ya ji bo ziman bi cîh bînin’
 
Netîce, di dawiya axaftina xwe de got divê her malbat berpirsyariya xwe ya ji bo ziman pêk bîne û zimanê kurdî ji pêlên bişaftinê rizgar bike. Netîce, wiha axivî: “Du tiştên ku bikaribin ziman rizgar bikin hene. A yekemîn, serbesthiştina bikaranîna ziman a ji aliyê dewletê ve ye. Em koçberbûna jî divê mafê me yê perwerdehiya bi zimanê xwe hebûya. Ev mafekî xwezayî ye. Di vî warî de wekhêviya zimanan pêwist e. Ango divê peymanek ji bo wekhêviya zimanan were pêkanîn. Heta ku ew roj were jî rola malbat û civakê di aliyê pêşxistina ziman de girîng e. Malbat ji zarokên xwe berpirsyar in û rola malbatan a di hînkirina ziman de divê neyê paşguhkirin. Bêguman statûya ziman pir girîng e. Lê tiştê ku dikeve ser milê dê û bavan jî girîng in. Hin kurd ji ber ku qîmet nadin ziman, zimanê kurdî dikeve ber pêlên polîtikayên bişaftinê.”