Remziye Tosun: Tecrîd li dijî azadiya jinê û hemû gelan e

  • 09:02 18 Sibat 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun têkildarî êrişên di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser gelê kurd û li ser jinê tê meşandin nirxandin kir û got: "Jin dibin hêza azadiyê. Di sedsala 21'ê de em bi şoreşa me ji Sêvê û Sakîneyan dewr girtiye têdikoşin. Li Şengalê, Rojava, Mexmûrê, li her çar parçeyan jinan serî danenîn û civakê jî pê re serî danenî. Me potên reş ji ser xwe avêtin, em di têkoşînê de digihêjin lûtkeyê û em ê jin tecrîdê jî bişkînin."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser Rojava, Mexmûr, Şengalê didomînin û di heman demê de êrişê dibin ser destkeftiyên jinê. Lê li dijî êrişan hertim jinên kurd bi serhildanên dîrokî re bûne bersiv. Li Rojava, Mexmûr, Şengal û her deverê Kurdistanê jin şoreş dane destpêkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun têkildarî êrişên li ser Kurdistanê û jinê tên meşandin nirxandinên xwe parve kir.
 
'Jinên kurd dibin modela azadiyê'
 
Remziye Tosun diyar kir ku pêwîst e ew li sedemê wan êrişan temaşe bikin û wiha got:"Ger em li nirxandin û şîroveyên Birêz Abdullah Ocalan temaşe bikin em ê bibînin ku bingeha azadiyê û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di azadiya jinê de dibîne û ji bo wê jî hewil dide. Jixwe timî jî tîne ziman û dibêje azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e. Di serî de jî jinên kurd şoreşek mezin pêk anîn. Îro jî jinên kurd wê serhiladana xwe digihînin lûtkeyê û ji jinên cîhanê re dibin modela azadiyê. Êdî ev sedsal sedsala jinê ye. Kesek nikare pêşiya jinan bigire. Jin ji bo ji qalibên mêrê deshilatdar ji wan re ava kirine rizgar bibin di têkoşînek bêhempa de ne û pêl bi pêl tora xwe mezin dikin."
 
'Şoreşa jinê ji deshilatdaran re bû tirs'
 
Remziyeyê bal kişand ser êrişên deshilatdaran û got: "Ya ku deshilatdaran dixe nava tirs û gumanan jî ev serhildana jinê ye. Wê qalibên sîstemê afirandine yek bi yek hilweşin. Dema ku jina li pêşberî deshilatdaran stûxwarkirî nemîne, wê civakek stûxwarkirî jî nemîne. Ger em li dîroka deshilatdaran û bi taybetî jî îqtidara Tirkiyeyê temaşe bikin em ê bibînin ku di her tengasiya ku dijîn de êrişên xwe yên li ser gelê kurd mezintir dikin. Di van êrişan de jî di serî de jina kurd hedef tê girtin. Çawa ku li Rojava, Şengalê jin hatin hedefgirtin û di komkujiyekê re derbas bûn ev 40 sal in jî li Tirkiyeyê heman êriş bi ser jinên kurd de tên meşandin. Ji ber wê sedemê em wan êrişan cuda nabînin. Jina kurd li herçar parçeyan jî di bin gefan de ye. Dixwazin wê serhildanê bitemirînin. Jina kurd ji siyasetê û ji şoreşê dûr bixin."
 
'Em siyasetê di bin zehmetiyan de didin meşandin'
 
Remziyeyê di berdewamiya nirxandina xwe de wiha diyar kir: "Ji bo jina kole biafirînin serî li hemû rêbazan didin. Em îro weke parlementer an jî hemû siyasetmendarên jin ên kurd di bin zehmetiyan de siyaseta demokratîk didin meşandin. Îqtidarek ku ji zimanê me re jî tehemula wan tune ye li pêşberî me ye. Ji bo tevlîbûna çalakiyan, çûyina gundan, konserên lê stranên kurdî tên gotin fezleke hatin amadekirin. Weke gefekê wan li ber destê xwe dihêlin. Ev êrişek li hember hemû gelê kurd e. Ji bo tirsandin, bişaftin û tunekirine vê yekê dikin. Ez li gundekî tevlî çalakiyek ku lê stranên kurdî hatine gotin bûme. Ji ber wê sedemê fezleke ji min re amade kirine. Ev ne tenê li hemberî min tê kirin. Ji bo kurdbûn û siyaseta kurd reş bikin dikin."
 
'Azadiya jinê wê pirsgirêkan ji holê rake'
 
Remziyeyê bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser jina kurd didin meşandin û wiha axivî: "Bi sedan rêhevalên me yên siyaseta demokratîk didan meşandin di girtîgehan de ne. Naxwazin jinên bi hêz bibînin. Li hemberî wan jî her tim hewil didin bibin asteng. Siyaseta jinên kurd ku mînaka wê yek jê jî TJA ye dikin hedef. Ev bandora xwe tenê li ser jinên kurd nake. Bi polîtîkayên didin meşandin re hemû jinan bandor dikin. Sedemên qeyranên civakî, siyasî û aborî jî bi vê ve girêdayî ye. Her roj jinek tê qetilkirin. Divê em bizanibin qetilkirina jinan ji şerên mezin xerabtir e. Pêwîst e em hêsan negirin dest. Ger mafê jinê were naskirin û mafê kurdan werin naskirin wê qeyranên heyî yek jî nemînin. Wê çareserî bi vê re pêkan be."
 
'Tecrîd li dijî azadiya jinê û gelê kurd e'
 
Remziyeyê da zanîn ku tecrîd li dijî azadiya jinê û gelê kurd e û wiha lê zêde kir:"Yek ji pirsgirêkên ku herî zêde bandorê li civakê dike jî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Lewra tecrîd di serî de bandora xwe ya herî mezin li ser jinê dike. Bi şoreşa azadiyê ya ku Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin re jinan potên reş ji ser xwe avêtin û hewil dan ku xwe ji nû de biafirînin, xwe rêxistin bikin. Me mînaka vê jî herî dawî li Rojava dît. Weke me beriya niha jî diyar kir her deshilatdarên ku bi ser me de hatine di serî de êrişî destkeftiyên jinê bedena jinê kirine. Di êrişa DAIŞ'ê de jî ev pêk hat. Gelek jin hatin qetilkirin, revandin û di bazara koleyan de hatin firotin. Rast e ji bo me jinan wendahiyên mezin bûn. Lê belê li dijî wendahiyan serhildanên mezin ên jinan pêk hatin. Bi wê re jî projeya Birêz Abullah Ocalan a ji bo jinê li Rojava rengê xwe da. Jinan gava ku hatiye avêtin li Rojava pêş de birin. Bi azadiya jinê re azadiya civakê jî pêkan kirin. Lewra tecrîda tê meşandin li dijî azadiya jinê û azadiya gelê kurd tê meşandin."
 
'Kes nikare roja me tarî bike'
 
Remziyeyê herî dawî jî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Jin êdî dibin hêza azadiyê. Di sedsala 21'emîn de bi şoreşa me ji Sêvêyan û Sakîneyan dewr girtine em têdikoşin. Li Şengalê, Rojava, Mexmûrê, li her çar parçeyan jinan serî danenî û civakê jî pê re serî danenî. Vîna gelê Mexmûrê 28 sal in ruxmê êriş, gef, talan û polîtîkayên êrişên taybet îro jî li ser linga ye. Her wiha li her deverê gelê kurd û jina kurd dev ji vîna xwe û têkoşîna xwe bernade. Wê jin tecrîdê bişkînin û komployê vala derbixin. Em careke din jî dibêjin, kesek nikare roja jinê û roja kurdan tarî bike."