ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 18 Sibat 2022
  • Rojev
 
 
*Ji şer heta birçîbûnê ji xizanîyê heta jirêderketinê, ji bêdadiyê heta bênirxkirina jiyanê, ji hêrsa karê heta dijminahiya jinê, ji tunekirina cure-biyo, zimanan heta krîza avhewayê, ji şewitandina daristanan heta talankirinê, her tiştê pê li me dikin me ber bi xeyalê jiyanek nû ve dibe. Ev jiyanek çawa ye, mirov êdî naxwazin jiyanek wisa bijîn. Pandemiya global a di navîna krîzan de derket holê, navbera mirin-hebûnê de, şikestinek mezin afirand. JI NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun têkildarî êrişên di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser gelê kurd û li ser jinê tê meşandin nirxandin kir û got: "Jin dibin hêza azadiyê. Di sedsala 21'ê de em bi şoreşa me ji Sêvê û Sakîneyan dewr girtiye têdikoşin. Li Şengalê, Rojava, Mexmûrê, li her çar parçeyan jinan serî danenîn û civakê jî pê re serî danenî. Me potên reş ji ser xwe avêtin, em di têkoşînê de digihêjin lûtkeyê û em ê jin tecrîdê jî bişkînin."DÎMEN HEYE
 
*Lêkolîner Netîce Altûn, bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê û diyar kir ku di wê rojê de pêwîste ku zêdetir çalakiyên rengîn bên lidarxistin. Ango Zimanê Kurdî li kuçe û kolanan bê bikaranîn. BI DÎMEN
 
*Nûnerên rêxistinên jinan, parêzvanên mafê mirovan, rojnameger û hunermendan der barê rewşa Aysel Tugluk de diyar kirin ku Aysel ne tenê ye û divê demildest bê berdan. BI DÎMEN 
 
*Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya der barê şîdeta li ser jinan ya demên dawî de zêde bûye axivî û got di bin cureyên şîdeta tê jiyîn de şîdeta dewletê heye û koletî li jinan tê empozekirin. Adaletê got li dijî şîdetê divê jin bibin xwedî hişmend û parastina cewherî pêş bixînin. 
 
*Nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut a ku 4 rojan binçavan de ma û serbest hat berdan, anî ziman ku ji ber kar û xebatên rojnamegeriyê hatiye binçavkirin û got: “Em diziyê nakin, kesekî nakujin û tundiyê nakin. Armanca me ew e ku em bibin dengê gelê herêmê. Lê belê nivîsandina rastiyê hin kesan nerehet dike.” BI DÎMEN 
 
* Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, derbarê êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya navçeya Yuregîr a Edeneyê dê li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide. (11.00) BI DÎMEN