Êrişa li hemberî HDP'ê hat şermezarkirin

  • 16:29 17 Sibat 2022
  • Rojane
EDENE - Êrişa li hemberî avahiya rêxistina HDP’ê ya Yuregîra Edeneyê hat şermezarkirin. Hevserokê HDP'a Yuregîrê Durmaz Ozmen, êrişa ku pêk hatî şermezar kir û got: "Guleya ku berdane HDP'ê, li aştî, demokrasî û biratiya gelan hatiye berdan." 
 
Duh êvarê, li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yuregîrê ya Edenê êrişeke biçek û bimolotof pêk hat. Rêxistina HDP'ê ya bajar a Edenê xwest li Parqa Înonu êrişê şermezar bike. Lê beriya ku girseya HDP'ê ji avahiyê derkeve û biçe parqê polisan avahiya HDP'ê dorpêç û ketin û derketina wê girtin. 
 
Polisan nehişt ku girseya HDP'ê biçe parqê û xwest ku HDP daxuyaniya xwe li avahiyê bide. Girseyê hewl da dorpêça polisan bişikînin û biçin parqê. Lê polisan êrişî wan kir û neçar man ku li ber avahiya HDP'ê daxuyanî bidin. Gelek partî û rêxistinên sivîl jî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girseyê dûrişmeyên mîna "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Rizgariya bi tena serê xwe tuneye ya tev bi hev re ya jî qet kesek ji me" û "Biji berxwedana HDP'ê" berz kirin. 
  
Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP'a Navçeya Yuregîrê Dûrmaz Ozmen, axivî û ev tişt gotin: "Em ê neyên leyîstikan. Gule û molotofa ku berdane HDP'ê, berdane aştî, demokrasî û biratiya gelan."
 
Parlamaneterên HDP'ê yên Edenê Tulay Hatîmogûllari û Ramazan Pekgoz jî axivîn û êrişa li dijî avahiya partiya xwe şermezar kirin. 
 
Serokê Rêxistina CHP'ê ya Bajar a Edenê Mehmet Çelebî jî tevlî daxuyaniyê bûye û got ku wê piştevaniya wan a bi HDP'ê re berdewam bike. 
 
Li Hatay û Rihayê êriş hat şermezarkirin 
 
Her wiha Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê ya Îskenderûnê û Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Rihayê jî derbarê heman mijarê de daxuyaniyan û êrişê şermezar kirin.