2 endamên HDP’ê yên li Kocaeliyê hatin girtin

  • 16:14 17 Sibat 2022
  • Rojane
KOCAELÎ - 2 endamên HDP’ê yên li Kocaeliyê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
 
Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çîçek Ariç û Rêveberê HDP’a Derînce Alî Menguloglû ku di 15’ê sibatê de li Kocaeliyê hatibûn binçavkirin, birin Edliyeya Kocaeliyê. Çîçek û Alî yên li Dadgeha Ceza ya Sûlhê îfadeyên wan hatin wergirtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Kandirayê.