'Nobeda Edaletê' dê li ber edliyeyê bidome

  • 15:57 17 Sibat 2022
  • Rojane
AMED -Ji xizma girtiyan Reşayet Ada, di çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ji aliyê xizmên  girtiyan ve hatiye destpêkirin de axivî û got, "Daxwazên me bi cih naynin. Ji ber wê em ê çalakiya xwe li ber êdliyê bidomînin."
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve li Baroya Amedê hatibû destpêkirin di roja 94'an de didome. Çalakiya îro ya nobedê ji aliyê xizmên girtiyan Reşahat Ada, Hazal Yildirim, Înc Guler, Nuray Aba û Hakki Boltan ve hat lidarxisin. 
 
'Em ê li herderê daxwaza edaletê bikin'
 
Ji xizma girtiyan Reşahat Ada got, "Heta ku hikûmet ji bo girtiyan çareseriyekê pêk neyne wê çalakiya me bidome. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Ez bang li Wezareta Edaletê dikim û dibêjim êdî bes e.  Em çûn Enqerê jî û me serdana gelek saziyan kir. Lê daxwezeke me jî neanîn cih. Ji ber vê helwesta rayedaran em ê biçin ber edliyê û çalakiya xwe li wê bidomînin. Herwiha em ê serdana hemû saziyan bikin. Em ê daxwaza xwe ya edaletê bibin herderê. Çima vê tundiyê li girtiyan dikin. Ger ku zimanê dîwarên girtîgehan hebûya wê zilma tê kirin bianîna ziman."