Ji bo 'Nobeta Edaletê' ya Wanê banga piştevaniyê hat kirin

  • 15:23 17 Sibat 2022
  • Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ên ku li Baroya Wanê hatî destpêkirin 68 roj in didome. Malbatên girtiyan banga mezinkirina piştevaniyê kir. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê hatî destpêkirin di roja 68'an de didome. Malbatên ku dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin dest bi nobetê kirin û bi nobetê bi dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan. Hevjîna Îbrahîm Alkan (68) ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiyê Dîlşah Alkan, hevjina Ebedîn Abî yê ku 26 sal in li Girtîgeha Bunyara Kayseriyê girtiyê Zubeyde Abî tevlî nobeta îro bûn. 
 
Dîlşah Alkan di nobetê de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: "Ji bo pêkanîna edaletê em çalakî li dar dixin. Lê belê edalet nîne. Lê belê divê bê zanîn ku dê berxwedana me bidome. Em daxwaz dikin ku bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin û dermanên wan bi rêkûpêk bên dayîn. Bi taybetî jî em daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin.
 
Du meh jortir e nobeta me didome û em di serî de bang li dayik û piştre jî raya giştî dikin ku bila piştgiriyê bidin çalakiya me. Ne tenê dayikek divê hemû dayik tevlî çalakiyê bibin. Ji bo em bibin dengê girtiyan û divê em piştevaniya xwe mezin bikin. Hejmara me çend zêde be dê ewqas dengê me xurt derkeve."