Rojnameger Zeynep Durgut sewqê edliyeyê hat kirin

  • 13:35 17 Sibat 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut sewqê Edliyeya Şirnexê hat kirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve hat destpêkirin de, di 14'ê sibatê de di serdegirtina malê de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut bi ters kelepçeyê hat binçavkirin û 4 roj in di binçavan de tê girtin. 
 
Zeynep a ku 4 roj in li Şaxa TEM'ê ya Cizîrê tê girtin, duh îfadeya wê li emniyetê dest pê kir. Hat hînbûn ku ji Zeynep a ku îfadeya wê li vir hatiye girtin derbarê parvekirinên nûçeyan ên di hesabê medyaya dîjîtal de hatiye pirsîn. Li aliyê dinê ve jî di dosyeyê de "biryara veşartinê" hîn berdewam dike û ji ber îfadeyên "şahidên veşartî" hatiye binçavkirin. Xebatên rojnamegeriya Zeynep bi îfadeyên "şahidên veşartî" hatin pirsîn.
 
Piştî îfadeya duh hat girtin, ji bo îfadeya li dozgeriyê Zeynep sewqê Edliyeya Şirnexê hat kirin.